Duhî roja înê Dezgeha Barzanî ya Xêrwazî 70 ton ard û arvan û hindeyek ji madeya hevîrtirş wek alîkariyek pêşekî şand ji nanpêjgeha Kobanê re, û şandeyek ji heman Dezgehê derbasî nava bajêr bû bo pêşkêşkirina alîkariyan, her weha şanda navborî amadebûna Dezgeha Barzanî destnîşan kir bo avakirina du nanpêjgehan bo dabeşkirina nan li ser welatiyan.
Têzanîn ku Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaz di demeke pêştir de 12 bar ji kelupelên xurdemeniyê şandibûn ji Kobanê re û herwiha 500 hezar dolar wek alîkariyek destpêkî mezaxtibû ,tevlî nîşandana amadebûna xwe bo jinûavakirina kobanê.
Jêder:Hevbendî+ ajansa Peyamnêr