Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane îro duşemê li dar xist, têde behsa helmeta dersînorkirina koçberên nerewa li Tirkiyê û bandora wê helmetê li ser penaberên Sûrî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, şiroveyek li ser pêwendiyên ku rayedariya Hevbendiya Niştimanî li gel aliyên Tirkiyê di vê derbarê de pêk anîne, pêşkêş kir, û Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş kurteşiroveyek li ser hewldanên bo çareserkirina mijara dersînorkirinê dermafê hejmarek ji sûriyan li Tirkiyê pêşkêş kir, û girîngtirîn pirsgirêkên yasayî yên ku rastî sûriyan li Tirkiyê tên berçav kirin.
û amadebûyan hejmarek ji pêşniyaran gotûbêj kirin, ji bo vekolîn û gengeşekerina wan li gel rayedarên fermî yên Tirkiyê û çareserkirina rewşa yasayî ya penaberên Sûrî li welêt.
Û endamên Desteya Siyasî, encamên peywendiyên Hevbendiyê bi Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê, bi rêya Wezareta Derve re, derbarê dermankirina nexweşên penceşêrê li deverên rizgarkirî berçav kirin, û ku kar bi hevrêziya di navbera Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û aliyê Tirkî de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê berdewam e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî