Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bidirêjiya herdû rojên Çarşem û Pêncşemê bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit li dar xist, û li raportên rêvebirî û komîteyan guhdarî kir, û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî berçav kirin.
Û Balyozxaneya Sûrî li Qeterê û nûnerên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Urdin û Misrê raportek li ser encamên Lûtkeya Ewlehî û Geşepêdanê ya Cedê ya ku di nîvê vê mehê de hatibû lidarxistin, û xizmetkarê herdû Cihên Pîroz Qiral Selman kurê Ebdulezîz vexwendina lidarxistina wê kiribû, û Serokê Amerîka Joe Biden û serokên welatên Encumena Hevkariya Kendavê, Misir, Iraq û Urdunê lê amade bibûn, pêşkêş kirin.
Û Komîteya Partiyan raporta karê xwe ya li ser encamên hevdîtin û peywendiyên xwe li gel partî û şepêlên siyasî yên Sûrî û hevrêzkariya derbarê pêşhatên rewşa siyasî di dosyaya Sûriyê de pêşkêş kir.
Û amadebûyan dosya kirîza avê li bajarê Babê li gundewarê Helebê gotûbêj kir, û endamê Desteya Giştî yê ku nûneratiya encûmena xwecihî ya bajarê Babê dike Heysem Elşihabî raporek berfireh li ser sedemên kirîza ku bi ser bajêr de hatiye pêşkêş kir, û bal kişand ser ku sedema wê dorpêçkirina hêzên rêjîma Esed ji çavkaniyên avê yên ku digihêjin bajêr re ye.
û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehmê, behsa bidawîhatina amadekariyên civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di 4 û 5ê heyva bê de kir, û li ser hewlên Emîndariya Giştî di çareserkirina pirsgirêkên penaberên Sûrî li Libnanê de axivî.
Û Endamê Desteya Siyasî Ehmed Tu’hmê şiroveyek siyasî pêşkêş kir, tê de rewşa Sûriyê ya niha û pêşbîniyên texmînkirî piştî pêngavên vê dawiyê li herêmê û di serî de Lûtkeya Cedê û Lûtkeya Tehranê pêşkêş kir.
Desteya Siyasî operasiyonên terorîstî yên ku milîsên PYDe yên terorist pê radibin gengeşe kirin, û tekez kir ku rêjîma Esed û milîsên PYDe du aliyên heman tiroristiyê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî