Şandek ji komîteya rêxistina “Sûriyên Xiristyan ya Mafên Mirovan” serdana 5 paytextên Ewropayê dike, ji Viyana paytexta Nemsa de dest pê kir, û biryar heye ku di pey re serdana Parîs, Roma, Prag û Vatîkan bike, ji bo zelalkirina rastiya rejîma Esed yaku bazirganiyê bi xiristyanan dike.
Û armanca komîteya bi ser rêxistinê ve ew e ku di hevdîtinên xwe de bi serokên dêran û hikûmetên Ewropî re, nerîneke rast derbarê tiştên ku li Sûriyê pêk tên dermafê hemû niştecihên welêt berovajî tiştên ku rêjîma Esed jêre riklamê dike pêşkêş bike.
Û Hevrêzkarê komîteyê Eymen Ebdulnûr di daxwiyaniyekê de li gel rojnameya Elmudun ya Libnanî, got ku rêjîm bêhtir giringiyê dide veberhênana karta “parastina kêmpêkhatan”, ji bo ku wêneya xwe li pêşiya dewletên Rojava çak bike, û rêyekê bibîne ku têre dîwarê cezayên aborî yên ku li ser hatine sepandin lawaz bike, bi sûdewergirtina ji xizmetên kampaniyên têkiliyên giştî yên navdewletî.
Û Derbarê encamên gera rêxistinê li ser dêr û paytextên Ewropî, Ebdul Nûr got: “Me nerîneke cuda ji ya rêjîma Sûriyê pêşkêş kir, bi taybetî di dosyaya kêmpêkhatên Sûrî de.”
Û got ku şanda rêkxistinê di gera xwe de, êş û azarên Krîstiyanan li Sûriyê ji ber kiryarên vê rejîmê şirove kirin, û li ser bazirganiya rejîmê bi kêmpêkhatan û kêmbûna hejmara wan li Sûriyê piştî ku ew ji hovîtiya rejîmê reviyan weke rewşa pêkhatên dîtir ji gilê Sûriyê gotûbêj kirin.
Û raporên mafên mirovan bal kişandin ser ku ne tenê xirîstiyan weke kes di salên bûrî de qurbanî bûn li Sûriyê, lê cihên pîroz û dêrên wan jî bûn armanca topên Esed li seranserê xaka Sûriyê.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de sala 2014an, diyar kiribû ku hêzên rêjîma Esed 46 dêr li hejmarek ji deverên Sûriyê bi bombebarana rasterast armanc kirin, bi taybet armanckirina Dêra Elezrai li Um Elzinar ya li Humsê, û dêra Qedîse Marteqle ya li Dareya û dêra Elezrai li Heresta rastî bombebaranê hatin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî