Îro li roja pêncşemê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimaniya Sûrî kombûneka berfereh li Xazî Entabê ligel hikûmeta Sûrî ya demkî bi amadebûna serokê Hevbendiyê Riyad Sêf û serokê hikûmetê Cewad Ebû Heteb pêkanî.
Sêf li ser giringiya berdewamiya hikûmetê di pêşkêşkirina xizmetgozariyan de bo navçeyên rizgarkirî tekez kir, û radestkirina rêveberiya derwazê Bab Elselamê bo hikûmeta demkî bi “pêgaveke giring li ser riya bilindkirina asta karê hikûmetê dît”.
Sêf bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî li ser asta navdewletî hewl dide ji bo berqirarkirina agirbestê û bidawîkirina tawanên Esed û amadekirina delîvekê li pêşiya tîmên hikûmetê ji bo karakirina karê dezgehên hikûmetê li navçeyên rizgarkirî.
Sêf di hevdîtinê de got ku astengiyên mezin dikevin li pêşiya hikûmeta demkî ji aliyê kontrolkirina ajawegeriyê û avedankirina jêrxaneya bingehîn ya hatiye wêrankirin bi sedema oparesyonên dijminkarî yên rijêma Esed û hevalbendên wê.
Ji aliyê wezîrên hikûmeta demkî, şirovekirineke têr û tesel li ser karê wezaretan û pirojeyên wê yên paşerojê hat pêşkêşkirin, û Cewad Ebû Heteb got ku niha bizavên berçav ji aliyê wezîr û tîmên hikûmetê dibin ji bo başkirina rewşa xizmetgozariyan li navçeyên rizgarkirî û bi taybetî di herdu biyavên xwendin û saxlemiyê de.
Ebû Heteb bal kişand ku pêwîstiya derwazê Bab Elselamê bi sê heyvan heye piştî bidawîbûna karê çaksazîkirin û amadekirinê heta ku bi sîstemeke nû dest bi kar bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî