Li ser sayit û malperên enternêtê kampaniyeke mezin ji aliyê hin çalakvanên Sûrî ve hatiye ragihandin ji bo komkirina hemû şoreşgeran li dijî rijêma Esed, û têde daxwaz ji “alîgirên mirovahiyê” kirine ku li tenişt gelê Sûriyê bisekinin di vê helmetê de ya bi navê roja “Elxedem Elsûrî” anku roja “torebûna xelkê Sûriyê ” hatiye.
Û ji aliyê serpereştên kampaniyê ve sibe roja şemiyê ji bo kombûnê hatiye destnîşankirin, bi armanca “dubarekirina soz û peyman û pêgiriya bi piransîp û rewştên şoreşê heta rûxandina rijêma Esed”.
Serpereştên kampaniyê diyar kirine ku ew hewl didin di vê rojê de bi miliyonan kes kom bikin, ji bo “gihandina nameyekê bo gelên azadîxwazên cîhanê ku serokê rijêmê Beşar yekemîn terorîstkar e li Sûriyê”, û tekez kirin ku “roja torebûna Sûrî” roja hevgirtina sercem şoreşgerên cîhanê ye li dijî rijêma Esed”.
Û çalakvanan got ku hilmet tê wek bersivdanekê li ser “hewlên veşartî yên dibin ji bo xerakirina wêneyê opozisyonê û xelkên Sûriyê û tometbarkirina wê bi terorê”, û herwiha ji bo bête tekezkirin ku “kiryarên kuştin û wêrankirin û koçberkirinê li dijî gelê Sûriyê tê bikaranîn, yê ku bûye qurbanî ji terora Rijêmê û hevalbendên wê re”.
Û hilmet bi piranî balê dikişîne li ser belavkirina wêneyên qurbaniyên bombebarankirina firokên Rijêmê, tevlî wêneyên awareyên li kamp û çol û biyabanan, û wêneyên qurbaniyên firokên hevpeymaniya navdewletî û rêxistinên terorîst yên Rijêmê.
Û çalakvan bi rêka hilmetê daxwaza dadgehkirina Bişar Esed ji NY û çivaka navdewletî dikin, her weha şermezarkirina tawanên milîsên Îranê û Libnanê û Îraqê û yên Afxanî û sercem hêzên bêgane yên ku Rijêmê û hevalbendên wê ew anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat