Xwedî û mirovên girtiyan û yên ku bi kotekî hatine veşartin, derketine geştiyeke dûrdirêj ji paytexta Birîtanyayê London dest pê dike heta bigehê xaka Sûriyê, bi basekê bi navê “basa azadiyê ” tako namakê ji civaka navdewletî re bişînin ko, giring e operasiyonên girtin û revandinê li Sûriyê rawestînin.
Basa azadiyê di vê geştiyê de dê di çend bajarên Ewropî re derbas bibe, û yên têde beşdar bûne dixwazin “miletên cîhanê yên ku sitemkariyê napejirînin, û miletên ko malbatên girtiyan bûne mêvan li cem wan hevkarî û piştgiriya wan bikin, û dengê xwe bi wan re ji bo azadiya girtiyan û yên bi kotekî hatine veşartin bilind bikin. ”
Kesên bi kampanyayê rabûne dirûşmek hildabûn li ser hatibû nivîsandin “Basa azadiyê dê lêdana dilê dayikên bendewar û bêrîkirina bavan yên ko hêvî winda nekirine bi xwe re hilgire, Û dê bi hezkirina jin û mêr û zarokan yên ko hêj li benda yarên xwe ne bê rapêçan.”
Û dirûşmek li ser nivîsandine “Dîmeşq” û yeke din li ser nivîsandine “azadî ji girtiyan re” û bas bi hin wêneyên girtiyan hatiye xemilandin, û di hindirê wê de şeş jinên Sûrî hene ji Sûriyê, Libnan û Tirkiyê û ji cihin din ji Birîtanya hatine ji bo girtiyên xwe û kesên xwe yên bi kotekî hatine veşartin di zindanên rêjîma Esed de ji çend salan ve bînin bîra cîhanê.
Û ji nav Çalakiyên “basa azadiyê” sirûdek bo azadî û rizgariyê li jêr navnîşana “diya min stemkar di navbera min û te de ye” bû, her weha “eger gelekî mam aniya te bilind dibe”
Yên beşdar di vê kampaniyê de gotin, amanc ji vê çalakiyê ew e agahdarkirina bi rewşa girtiyên ku Beşar Elesed ew di cenga xwe ya li ser miletê Sûrî ku ji çend salan ve pêktîne girtine.
Û toreya Sûrî ya mafên mirovan texmîn kiribû ko hejmara girtiyan di zindanên Beşar de bêtir ji 215hezar girtî ne ji destpêka şoreşa Sûrî ji adara 2011ê ve.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans