Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û dawîtirîn pêşketinên siyasî di doseya Sûriyê de kir, û Desteya Siyasî dijminkariya Rûsiya li ser Okranya û binpêkirina xak û serweriya wê şermezar kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ji cîhanê daxwaza rûbirûbûneke vebir ji vê dijminkariyê re û rûbirûbûna êrîşkirina Rûsî li ser gelê Okranya û welatê wan kir, û Elmislit got ku gelê Sûrî tirajîdiyên cengê û tehliya bêdengiya navdewletî û pîstiya wan helwestên lawaz dîtiye, lewra em rawestana xwe li kêleka gelê Okranî yê dost radighînin, û em piştgiriya berxwedana wî li hember dijminkariya Rûsiya û bergiriya wî ya lehengane di ber yekbûna xaka Okraniya û serweriya wê de dikin.
Û Elmislit got ku gelê Sûrî naxwaze hîn bêhtir tawanên Rûsî li gel sistiya navdewletî li beşekî nû ji cîhanê bibîne, piştî ku derdeseriya komelkujiyên Rûsiya û tawanên wê li Sûriyê kişandiye û hîn jî dikşîne, lewra em ji civaka navdewletî û aliyên xwedî bandor û bi taybet Yekîtiya Ewropî û Emrîka daxwaza desttêwerdaneke yekser bo rawestandina Botîn dikin, û sînorekî li pêşiya pilanên Rûsiya yên ku li sînorên Okranya ranawestin re deynin.
Û Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan û Ofîsa Lêkolînên Stratîcîk, şiroveyek li ser kêşeya Okranya û bandorên wê li ser doza Sûriyê pêşkêş kirin, û desteya siyasî tekezî li ser hevkariya li gel gelê Okranya û serweriya wê dijî êrîşên Rûsiya kir.
Û nûnerên kutleyên leşkerî di Hevbendiya Niştimanî de helwestên meydanî û dawîtirîn pêşketin û livên vê dawiyê li ser xakê li deverên rizgarkirî nemaze Tawana bombebarana bajarê Babê ji hêla milîsên Esed û sponserên wê ve berçav kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî