Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî îro di daxwiyaniyeke rojnemevanî de, êrîşkirina Rûsya li ser Okranya şermezar kir, û daxwaza rûbirûbûna wê bi awayekî vebir ji cîhanê kir, ji bo ku bobelateke navdewletî yaku heye berfireh bibe û bighêje gelek dewletan çênebe.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku Jiyana bimelyonan xelkê sivîl ne erzan e ku di bazarên siyasî de tenê hejmar bin, an tenê kaxez bin ku Botîn pê bi qumarê bilîze, û bi sergermiya xwe de here û tawanan pêk bîne û çemên xwîna gelê Rûsî berî çi gelekî dîtir ji gelên cîhanê birijîne.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku gelê Sûrî naxwaze hîn bêhtir tawanên Rûsî li gel sistiya navdewletî li beşekî nû ji cîhanê bibîne, piştî ku derdeseriya komelkujiyên Rûsiya û tawanên wê li Sûriyê kişandiye û hîn jî dikşîne, lewra em ji civaka navdewletî û aliyên xwedî bandor û bi taybet Yekîtiya Ewropî û Emrîka daxwaza desttêwerdaneke yekser bo rawestandina Botîn dikin, û sînorekî li pêşiya pilanên Rûsiya yên ku li sînorên Okranya ranaweste re deynin.
Û daxwiyaniyê got ku nerîna bi hêsanî li dijminkariya Rûsya û zordariya navdewletî dema êrîşî dewletên serbixwe û xwedan serwerî dikin û perçeyan ji wan dewletan dibirin, dê dijminkar li ser dubarekirina vê sênaryoyê li beşên din ji cîhanê han bide, û dê temaya dewletên bihêz di cîranên lawaz de gur bike, ew jî dê di warê ewlehî û aramiyê de neberbiheviyeke cîhanî peyda bike, û bêserûberiyke navdewletî ya mezin belav bike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku gelê Sûrî tirajîdiyên cengê û tehliya bêdengiya navdewletî û pîstiya wan helwestên lawaz dîtiye, lewra rawestana xwe li kêleka gelê Okranî yê dost radighîne, û piştgiriya berxwedana wî li hember dijminkariya Rûsiya û bergiriya lehengane di ber yekbûna xaka Okranya û serweriya wê dike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hişyariyê dide ku çi şûndeman an piştguhkirin an hiştina gelê Okranî li ber agirê Rûsya, dê bibe sedema cengeke cîhanî ya nû, wê gavê dê encam û bobelat û qurbaniyên wê pir dijwar bin, û ger cîhan îro li hember dîktatorê Rûsiya nebe yek, tê wateyê ku tawanên wê dijî mirovahiyê dê bê sînor bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî