Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit nameyek pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Dewleta Kiwêtê Şêx Newaf Elehmed Elcabir Elsebah û Şûngirê Mîr Şêx Mişel Elehmed Elcabir Elsebah û Wezîrê Derve Şêx Ehmed Nasir Elmihemed Elehmed Elcabir Elsebah û Balyozê Kiwêtê li Tirkiyê Gesan Yosif Elzewawî bi boneya Cejna Niştimanî ya Kiwêtê kir.
Û Elmislit baştirîn pîrozbahî bo gelê Kiwêtê yê bira bi boneya Cejna Niştimanî ya dewleta Kiwêtê û cejna rizgariyê pêşkêş kirin, û ji xwedayê mezin daxwaza ku ev boneya li dewleta Kiwêt bi xêr û Bereket vegere û li gelê Kiwêtê yê bira bi vehes û xêrûbêriyê dubare bibe kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî baweriya xwe anî ziman ku dewleta Kiwêtê dê bi rola xwe ya giring di civatên navdewletî û erebî de bo piştgiriya gelê sûrî di tevaya astên mirovahî û siyasî de berdewam bike, û dê bizavê bo dîtina çareya siyasî ya berfireh li Sûriyê û pêkanîna berjewendiya gelê Sûrî û tevgerê bo bicîanîna daxwazên gel bike, daku derdeseriyên ku gelê Sûrî têde dijî bidawî bibin û aramî li tevaya deverê vegere.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî