Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtinek bi Şanderê Yekîtiya Ewropî Dr. Dan Staoenescu re lidar xist, û pêre behsa pêşhatên rewşa siyasî û meydanî li deverê û bandorên êrîşkirina Rûsiya li ser Okranya kir.
Û di hevdîtinê de Endamê Desteya Siyasî û Serokê Ofîsa Têkliyên Derve di Desteya Danûstandinê de D. Bedir Camûs û ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve Berpisyarê Siyasî di Yekîtî de Joris VAN WINCKEL amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştiomanî tekezî li ser giringiya rûbirûbûna Rûsiya bi helwesteke bihêz ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Emrîka û Hevpeymaniya NATO û pêwîstiya ku liveke rasteqîn dijî hebûna Rûsiya li Sûriyê û dijî Balafirgeha Himêmîm yaku Rûsiya bikartîne hebe kir.
Û Elmislit cextî li ser pêwîstiya ku Yekîtiya Ewropa, Şanderê Navnetewî han bide ser ku pirosesa siyasî pêşde bibe daku berve sepeta veguhastinê li Sûriyê here, û divê cidîbûn derbarê doza Sûriyê hebe, û nehêlin gelê Sûrî di derdeseriyên xwe de berdewam bike, û qurbaniyan roj li pey rojê pêşkêş bike, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî li rêyên rizgarbûnê ji tevaya Sûriyan re digere, ne tenê bo kesên ku li deverên rizgarkirî dijîn.
Û Elmislit li ser giringiya liveke navdewletî di hemî waran de bo serbestberdana girtiyan û xelasiya wan ji nav lepên zilamên rijêmê yên ku di îşkencekirin û kuştina wan di bin îşkenceyê de bi awayekî rojane axivî.
Û Serkê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku divê veguhestina siyasî li gorî biryarên navdewletî be, û pêwîst e tevaya rêyên biryara 2254 vebin, nemaze rêya desteya hikumdariya veguhêz, û cext kir ku pirojeya Gav bi Gavê nayê pejrandin û derveyî naveroka biryarên navdewletî û giyanê wê ye, û ew di xizmeta rijêmê de ye, û rijêmê ji nû de bi ser dixe, û nakeve xizmeta gelê Sûrî û ne jî tiştekî ji daxwazên gel pêk tîne.
Ji aliyê xwe ve şandê Yekîtiya Ewropa helwestên pirensîpî yên Hevbendiya Niştimanî li gel dewleta Okranya dijî dijminkariya Rûsiya bilind nirxandin, û bal kişand ser sepandina sizayên Ewropî li ser Rûsiya û amadekariyên bo sizayên zêdetir dibin daku Rûsiya bînin ser masa danûstandinê.
Û Şandê tekez kir ku Yekîtiya Ewropa di helwestên xwe de ji nepejrandina rijêmê di Komkara Erebî de rijde, û tekez kir ku di bin çi rewşê de be çênabe ku pirojeya Gav bi Gavê berdêla biryara navdewletî 2254 be, bi tevaya xalên wê nemaze xala avakirina Destetya Hikumdariyê ya Veguhêz.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî