Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civata xwe ya rolane îro pêncşemê lidar xist, û tê de behsa pêşhatên rewşên meydanî û siyasî û rêxistinkirina karê komîte û ofîsên girêdayî hevbendiya niştimanî kir.
Û serokê hevbendiya niştimanî D. Nesir Elherîrî behsa pêwîstiya nûjenkirin û pêşxistina karê komîte û ofîsan di riya zelalkirina pergala rêxistinî û pabendiya bi pilanên cîbicîkirinê yên salane û pêkanîna armancên hatine danîn kir.
Û Elkerîrî bal kişand ku hejmarek ji doseyên hene hewcedarî avakirina komîteyên nû ne, û dît ku ev komîte şopandina Hevbendiyê ji tevaya doz û doseyên hestyar re û girîng diyar dike.
Û Elherîrî ji endamên Hevbendiya niştimanî daxwaza danûstandina li gel raya giştî ya sûrî kir, di riya pêşkêşkirina kar û pêşniyaran û çêkirina bûyeran û pirojeyên geşepêdan û aboriyê li deverên rizgarkirî re.
Û Elherîrî daxwaza pêşxistina nerîna siyasî ya Hevbendiya Niştimanî kir, herweha tevlêkirina tevaya pêşketinên siyasî yên nû di pirosesa siyasî û ya danûstandinê de û di nav biryarên navnetewî yên dawîn yên taybet bi pirsa Sûriyê.
Û amdebûyan rewşa tenduristî li sûriyê, li deverên rizgarkirî û deverên rêjîmê berçav kir, û Elherîrî eşkere kir ku hejmara pêketiyan gihîşte 22 kesan, û tekez kir ku wezareta tenduristî di hikûmeta sûrî ya demkî de di rêşûnên taqîkirinê û lêgerîn û cudakirina kesên pêketî de berdewam e.
Û bal kişand ser ku rewşa tenduristî li deverên rêjîmê metirsîdar e, û tirsa belavbûna pir ya vî derdî heye, û got ku rêjîma Esed di rêgirtina li pêşiya kêşeya korona biser neket, û nikare pabendiyê bi rêşûnên xweparastinê û dûrbûna civakî bike, bi sedema bandora aborî ya nerênî ji ber cezayên li ser wê hatine sepandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî