Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Dr. Nesir Elherîrî, îro pêncşemê, civînek li gel Komîteya Heca Sûrî ya Bilind û Komîteya Şopandina doseya hecê dike lidar xist, û bi wan re behsa bandora rawestandina werzê hecê û rewşa yên navê xwe îsal li rex wê tomar kirine kir, û behsa amadekariyên ji bo werzê dahatî û mîkanîzmên kar û şopandina nirxandina karê wan yê pêşerojê kir.
Û di civînê de Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Abd Albaset Abdullatif û Rêvebirê Heca Sûrî Samir Bêriqdar û Serokê Komîteya Çavdêriyê Sefwan Cendelî amade bûn, her weha Endamên Komîteya Hecê û ya Şopandinê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku divê em di nav şanda hecê ya îsal de bana, lê Bêtara Korona yaku li cîhanê belav bûye rê neda, û biryara Erebistana Siûdî yaku bi “hişmendî” bi nav kir, ya taybet bi rawestandina hatina hecaciyan ji derveyî Qeraltiyê werza îsal, ji ber guhdana pir bi saxlemiya hecaciyên mala xwedê û misogerkirina ewlehî û aramiya wan bû.
Û got ku hec xizmeteke pîroz e, rûmetdariyek mezin e ji Hevbendiya Niştimanî re dema bi hevkariya birayên li Erebistana Siûdî re bi wî erkî radibe, û got ku em di vê doseyê de zelal in, bi hemû nerînên wan û me, me karîbû nimûneyeke serkeftî û berdêl ji rêjîma Elesed re pêşkêş bikra, û serkeftinên mezin pêkbianîna û berpirsên hecê li Qeraltiyê pesnê karê me yê salên bûrî da.
Û Serokê Hevbendiyê temînî li kadroyên Komîta Hecê kirin, derbarê amadekariyên ji bo birêvebirina karûbarê heca Sûrî ya werza bê, li gel misogerkirina mafên Sûriyên ku navên xwe berê tomar kiribûn, yên ji ber Bêtara Korona nikarîbûn heca xwe bikirana, û divê ew di pêşîya hemûyan de bin di werzê dahatî de.
Ji aliyê xwe ve Rêvebirê Heca Sûrî Samêr Bêrqdar eşkere kir ku Komîteya Heca Sûrî ya Bilind biryarên ji aliyê Erebistana Siûdî derketine ji bo vî werzê hecê cihê hurmetê ne, û dît ku ew ji bo parastina ol û mirovan e, û di nav rêşûnên xweparastinê yên Qeraltiyê ji bo ewlehiya hecaciyan derxistine.
Û derbarê amedebûyên ji bo heca sala bê, Bêriqdar amadekariyên Komîtê tekez kirin, û got ku me dest bi pilanên cîbicîkirinê bo rêvebirina doseya heca sala bê kiriye, li hêviya ku rewş durust bibe, û em niha li ser rêxistinkirina civîna Komîteya Heca Bilind dixebitin, ji bo nirxandina kar û danîna pilaneke stratîcîk ji bo rêvebirina doseya werzê dahatî.
Hêjayî gotinê ye ku Erebîstana Siûdî heca mala xwedê ya werzê 1441 koçî 2020 zayînî rawestand, û tenê deriyê mala xwedê li pêşiya yên li wir niştecî yên xwedanên çi regeznameyan bin vekir, lê bi hejmarin hindik ji bo saxlemiya wan di dema belavbûna korona de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî