Serokê Deshilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb tekez kir ko vekolînên dezgehên serbixwe pêk anîne diyar dikin ko nîşanên heybera Sarîn li cihê êrîşa kîmawî li bajarê Xan Şêxûn hebûn, û got ku ew êrîş bi destê rêjîmê pêk hatine.
Ebû Heteb di daxuyaniyeke taybet de îro diyar kir ko desthilata demkî komîtek damezirandiye ji bo karûbarê birîndaran bi serokatiya wezîrê tendiristiyê Mihemed Firaz Elcindî li Idlibê, û bal kêşand ser ko tîmên desthilatê derbasbûna rêkxistin û dezgehên ragihandinê ji bo bajarê Xan Şêxûn hêsan kiriye tako ji êrîşa kîmawî piştrast bibin.
Ebû Heteb bêtir got ko birîndarin hene hêjî li jêr çavdêriya hûrbîn de ne çimkî gelek gaza Sarîn kêşandine.
Serokê desthilatê destnîşan kir ko niştecihên bajêr tekez dikin ko bombebaran ji aliyê firokên cengê yên rêjîma Esed pêk hatiye.
Matyo Raykiroft balyozê Birîtanya yê li Netewên Yekbûyî di civîna Encûmena Ewlekariyê de ya roja çarşembê got ku zanyarên Birîtanya nimûneyin ko ji cihê êrîşa Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê rakiribûn taqî kirine, û diyar kir ko taqîkirinan tekez kiriye ko Gaza Sarîn an heyberek mîna gaza Sarîn bikar hatiye.
Ewlekariya Emerîkî tekez dike ko heyberên kîmawî yên li Xan Şêxûn bikar hatine, bi firokên Sûrî yên “Sîxoy-22” bûn, yên ji bingeha Elşûeyrat derketibûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans