Wezîra derve ya Keneda Kirîstî Frîland duhî di daxuyaniyekê de ragihand ku welatê wê di çarçovê sepandina sizayan li ser rijêma Esed, biryara bilokirina darayî li ser 27 berpirsên Sûriyê û qedexekirina bazirganiyê li ser wan stand.
Frîland got ku ew ligel civaka navdewletî kar dikin ji bo piştgiriya gelê Sûriyê û bidawîkirina qeyrana wî, û got ku wan navên 27 kesayetiyên din yên rijêma Esed tevlî lîsteya 190 kesayetiyên berî niha yên sizakirî kir.
Wezîra navhatî diyar kir ku ew kesayetî berpirsên pilebilind ên rijêmê ne û navê wan tevlî lîszeya kesayetiyên sizakirî hat kirin, piştî kêmyabarankirina Xan Şîxon, ya bi “tawaneke şer” ya ku nayê qebûlkirin bi nav kirî.
Frîland dît ku ev siza tên wek beşekî fişar û guvaşan li ser rijêma Esed ji bo rawestandina êrîşan li ser jin û zarok û kalemêrên bêguneh, ji ber ku Rijêm zibruzengiyek bêhesab li dijî gelê Sûrî bikar tîne.
Wezîra keneda got ku welatê wê soza pêşkêşkirina alîkariyan bi kujmê milyarek û 600 milyon dolarî daye bo bizavên mirovî û ewlekarî û geşepêdanê yên li navçeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat