Werzîrê Wizeyê di Desthilata Demkî de Elyas Werda tekez kir ko,”Rêjîma Elesed aliyê tenê ye ko Petrola Kombendên Tundrew yên ko destê xwe danîne ser bîrên petrolê li herêma rojhilat ya ko ji Dest Rêjîmê derketiye ji wan dikire, û ev nepabendî ye bi biryara Encûmena Asayişa Navnetewî, ya ko kirrîna Berhema Petrolê ji Kombendên Tundrew qedexe dike, da ko yê kiryar bi abûriyê alîkariyê di piştgiriya tiroristiyê de neke.”
Werda di gotûbêjeke taybet ya Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê de pê re kir got:”Ne rastiya ciyosiyasî û cografî tenê Rêjîm wekû pencereya tenê li ser Daişê feriz dike ji bo kirrîna Petrolê, lê belê hevpeymanên nehînî yên ne pendî ko di peywendiya her du aliyan de serdest in. ewê hişt Daiş bihêle ko Esed Kiryarê tenê be li Herêmên ji derveyî destê wî, di rêya bazirganên navgîn, Werda dewam kir û got: Dorpêçkirina kirînê di navbera her du aliyên tirorist de Daiş û Elesed li Herêmê wateyek wê ya tenê heye ko Daiş neçare petrolê bifiroşe Elesed ji bo qenciya wî lê vegerîne, çimkî gava ji Herêmê vekişiya Herêma Rojhilat û bîrên petrolê spart Daişê.
Radestkirin bû, wek îro diyar dibe, bi mercê ko ew kombendên tundrew pêwanên bawerpê bin li ser ewan bîran, ji tirsa ko ew têkevin destê Artêşa Azad de ya ko li Herêmê nûnera Şoreşgeran e. Çimkî Destdanîna Artêşa Sûrî ya Azad li ser petrolê, metirsiyeke siyasî û stratîcî li ser hebûna Rêjîmê çê dike, ji ber ko destdanîna ser petrolê dihêle ko Şoreşger di abûriya xwe de serbixwe bibin ew jî tê wateya ko serxwebûna siyasî jî bidest dixin, û ev yekser ziyanê digihîne berjewendiya Elesed û Hêzên Herêmî û Navnetewî yên ko hebûna xwe di çarçoveya Civaka Navnetewî de di piştgiriya tiroristiyê de pêk tînîn.”
Werda di hevdîditina xwe de diyar kir“rêk û alavên destpêkî yên ko Daiş di lêgerîn û palavtina petrolê de bikar tîne bandora wê li ser tenduristiya Hevwelatiyan heye her weha ew rêkên ko petrolê ji xakê dertînin bandorê li ser bingehê samana petrolê dikin.”
Werda di hevdîtinê de guman bi destpêşxeriya Rûsî ji Encûmena Asayişa Navnetewî re kir, ya ko sizakirina aliyên ku petrolê ji kombendên tundrew li Sûriyê dikirin xwest, li ser destpêşxeriya Rûsî weha got: Mixabin ez guman dikim ko di evê destpêşxeriyê de ne Daiş amanc kirî ye, çimkî ev Rêkxistin petrolê difiroşe Esed û Rêjîma wî tenê.
Ev jî tekez dike ko pêşxerî hat wek derbeyeke pêşinde ji bo danaliya biryara Ewropî ya sala 2013an ya ko maf dide Hevbendiyê petrolê derxîne û sûdeyê jê wergire, Rêjîm û hevalbendên wê îro ji evê pêşdeçûna Şoreşgeran li ser xakê ditirsin
Wezîrê Wizeyê hevpeyivîna xwe bi evê gotinê bidawî kir: Bi kurtî, dewletên cîhanê alîkariya me nakin di avakirina projeyên petrolê de yên ko dê piştgiriya tevgera Şoreşgerî bikin, û ev jî eger em cihanê negihînin baweriyê bi viyana gelî bi giringiya çêkirina himêzeke abûrî Sûrî ,bê goman ev dê bandorê li serxwebûna biryara siyasî ya girêdayî bi aboriya piştgir bike.
Jêder: Hevbendî