Serokê desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb doz li Civaka Navdewletî kir, ji bo parastina dezgeh û baregehên xizmetên giştî û hemû cihên niştecihan li navçeyên rizgarkirî ji bombebarana rêjîma Esed û dijminkarê Rûs bike, ji bo karê Desthilatê dest pê bike, û xizmetan ji niştecihan re pêşkêş bike.
Di hevdîtina digel Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê de, ko du rojan berdewam kir, Ebû Heteb doz li hemû rêkxistin û dewletên cîran kir, da yekser danûstandinê bi dezgehên hikûmeta Sûrî ya demkî re bikin, û derbasbûna heyberên destpêkî û patrol û ajal û heyberên çandiniyê yên ku navçe hewcedarî wan e hêsan bikin, û derxistina berhemên çandiniyê û pîşesaziyên biçûk di riyên sînorî re, tako geşepêdana aborî li herêmên rizgarkirî vegere, û rê jî li ber penaber û derbideran vebe, tako li kar û malên xwe vegerin.
Serokê Desthilatê pêşveçûnên dosya damezirandina desthilatê û civînên wî bi hemû çalakiyên civakî li herêmên rizgarkirî pêşber kir, û Çarçoveya rêkxistinî û dîtina karê desthilatê ya ko komîta ji desteya giştî ya Hevbendiyê terxan kiriye hat gengeşe kirin.
Her wiha Desteya siyasî digel endamên Hevbendiyê yên desteya bilind ya danûstandinan civiya, û pêşveçûnên operasiyona siyasî û yên li Cinêvê her wiha amadekirin ji bo destpêkirina civînên “Şandên teknîkî” ji bo rojên dahatî li Cinêvê, û pêşvebirinên destpêkirina gotûbêjiyê di navbera Desteya bala û dika Qahire û Mosko hem jî rêkxistinên civaka sivîl pêşdîtin kirin.
Jêder:Hevbendî