Îro înê rêkxistina PYD fîşek berdan xwepêşindaneke xelkên bajarokê Silûk li gundewarê Reqayê, ku derketin û doza vegera li malên xwe yên ko Milîtanên Yekîniyên Parastina Gel berdabûn wan ji wan malan kirin.
Çalakvanan gotin ku endamên PYD fîşek berdan xwepêşindana ko li bajêr derketibû, û çend kes birîndar bibûn û birînin wan metirsîd bûn.
Xelkên bajarokê Silûk milîtanên Yekîniyên Parastina Gel rexne kirin ko, nehiştin niştecihên wê yên Ereb vegerin malên xwe bi behaneya ko Daiş malên wan bombe kirine.
Milîtanên PYD siyaseta regezperestî li Bakurê Sûriyê bikar tîne, û gelekan ji gund û bajarokên wan û bi taybetî bajarê Til Ebyed û gundewarên wê koçber dikin.
Rêkxistina lêbûrîna Navdewletî şepêlek ji operasiyonên koçkirina kotekî û wêrankirina xaniyan ku tawankarine cengê ne, Rêveberiya xweser bi serpereştiya PYD li Gundewarê Reqayê pêk anîye dabû xuyakirin, û Hinek niştecihên gundên başûrê Silûk gotin ko şervanên PYD ew bi piştgiriya Daiş tawanbar kirine û gef li wan dane eger ji Gundên xwe dernekevin.
Ev ne cara yekê ye ko xelkên Silûk derdikevin xwepêşindanan ji bo doza vegera malên xwe bikin, Ko ji ber şerê di navbera Daiş û PYD di cehzerana sala çûyî de ji malên xwe derketibûn.
Tê zanîn ko çend rêkxistinên mafnasî milîtanên PYD bi koçkirina niştecihên bajarê Silûk yên Ereb ko hejmara wan digihê 24.000 tawanbar kirine, û her weha PYD nahêle ew vegerin malên xwe.
Jêder: Oryent