Duh Înê 3 hezêranê Kongirê Encûmenên Xwecihiyên rojhilatî Helebê li Tirkiyê hat lidarxistin bi amedebûna çavdêrên navnetewî.
Elî Brahîm serokê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî, ji malpera me re ragihand ku Xwecihiya Kobanê di Kongir de beşdar bû, û têde rewşa xelkên wê hat gotûbêjkirin.
Brahîm da nîşandan ku xwecihiya Kobanê di gotina xwe de doza xizmetên mirovî kir û bal kişand ser rewşa welatiyên Kobanê ku jiyaneke dijwar dijîn.
Her wiha Brahîm da zanîn ku di dawiya kongir de komîtek ji bo avakirina têkliyan bi rêxistinên navneteweyî yên ku di warê mirovî de kar dikin re hat Hilbijartin, û bal kişand ku berpirsên wan rêxistinan jî di kongir de beşdar bûn.
Jêder: Hevbendî