Îro roja şemiyê 4 hezîranê, agir bi 6 konên kampa Koregoskê ya bi ser Hewlêrê parêzgeha Herêma Kurdistan ket, ku di destpêkê de ew agir bi konekî ketibû û vegit û çû konên din.
Hin kesên bi çavan dîtibûn, tekez kirin ku agir pêşî bi konê penaberê bi navê Fayiz Brahîm ket, û paş re ber bi konên din de çû, ew konên din yên penaberên bi navên Mihemed Sedîq, Ismaîl Hemo, û D.Yûsif M.qasim, û wî agirî herşeş kon tevlî tiştên hundurên wan bi temamî şewitandin, bê ku ziyan li mirovan bibe.
Û penaberekî ji malpera me re got:” rêxistinên mirovî ji berî 3 salan de, agirkuj dane me, lê vala bûne, û wan ji me re danagirin, tevlî daxwaza me ji wan. Ji lewra vemirandina wî agirî dereng ket, û ber bi konên derdorê de çû û ew jî şewitîn”.
Û ta niha sedema çêbûna wî agirî nehatiye zanîn, gelo ew ji kontakek elektrîê hatiye, yan jî sedemek dine.
Jêder: Hevbendî