Zêdetir ji nîv milyon xelkê Sûriyê yên dorpêçkirî, bi birçîbûn û hejarî pêşwaziya heyva Rojiyê dikin, bi sedema dorpêçkirina ji aliyê rêjîma Esed ve li ser wan hatî sepandin.
Ku hêzên Esed û çeteyên Hizibulaha terorîst bajarên Medaya û Cîrûd û Elreheybê (li bakurê Şama paytext) û Me’edemiyê û Dareya û Zebedanê (li rojavayê paytexê) û navçeyên Xûta Rojhilat (kefr betina, Eyn terma û Dûma û Cober li rojhilatê Şamê), û kampa Elyermûk û Elhecer Eswed û taxa Eltedamun û bajarokê Kenakir (li başûrê paytexê) û tevî herdu bajarên Telbîsê û Elresten û navçeya Elhola li gundewarê bakur yê Himusê û taxa Elwe’ir di nava Himusê de, hevdem ku navenda parêzgeha Dêrazorê ji aliyê rêxistina DAÎŞ ve dorpêçkirî ye.
Ligor zanyariyên ajansa “Anadol” ku 625 hezar kes di bin dorpêçkirinê de dijîn, û bi vî awayî tên dabeşkirin: 50 hezar li Medaya û 325 hezar li Xûta rojhilat, 40 hezar li Me’edemiyê û Dareya, û 60 hezar di kampa Elyermûk û Elhecer Eswed (li Şamê) û 15 hezar li taxa Elwe’ir (Himus) û 125 hezar di navenda Dêrazorê de.
“Yan Îcland”, şîretkarê şanderê navdewletî bo karubarê Sûriyê, di daxuyaniyek pêştir de gotibû, ku wan karîn alikariyên mirovî bitenê bigehînin ji 160 hezar sivîlî re li Sûriyê di heyva gulana bûrî de, ji nêzîkî nîv milyon kesên dibin dorpêçkirinê de dijîn.
Îcland bal kişand ser rewşa mirovî ya xirab li heryek ji Dareya û Dûma û Elme’demiyê, û gotibû ku ” heger em nikaribin alîkariyan bigehînin, wê zarok ji birçîna bimirin”.
Herwiha berdevkê sikirtêrê NY, Îstîvan Dugrîk di destpêka vê heyva cehzeranê de ragihand ku bo yekemîn car karwanên alîkariyên mirovî piştî 4 salan gihişt bajarê Dareya, lê Rêjîmê rê li pêşiya derbaskirina derman û xwarinên zarokan û vaksînan girt.
Herwiha di demek brê de 12 gulanê jî, hêzên Esed rê li pêşiya derbaskirina alîkariyan ji bona Dareya girt, tevî gihiştina karwanê alîkariyan bo derdora bajêr, û tevî erêkirina Rêjîmê jî li ser.
Di 19’ê gulana bûrî de, şanderê navdewletî bo karubarê Sûriyê Stîven Dêmestora ragihandibû ku “heta destpêka cehzeranê, eger pêşketin nekeve rewşa gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî, di wê demê de emê wek dumahîk çareserî alîkariyan ji firokan bavêjin”.
Herwiha cîgirê şanderê NY yê taybet bo Sûriyê Remzî Îzedîn di pêncşema bûrî de gotibû “em li benda erêkirina Rêjîmê ne, ji bona avêtina alîkariyan bi firokan ji navçeyên dorpêçkirî re heger bi rêka bejê negihiştin”.
Jêder: Anadol