Tora Sûrî ya mafên mirov, şehîdkirina nêzîkî 21 hezar zarokî her ji destpêka şoreşê ji adara 2011 an ve li Sûriyê dîkoment kiriye.
Tora navhatî, duhî di nûtirîn raporta xwe de, bi navê “Zarokên Sûriyê…Firştên Bask Şikestî Ne”, diyar kir ku rêjîma Esed bitenê, zêdetir ji 19 hezar zarokî kuştine, û 297 zarok bi guleyên segvanan û 159 di bin eşkence û lêdanê de hatine kuştin.
Herwiha di raportê de hatiye ku hejmara zarokên girtî 10 hezar derbas kiriye, û raportê hebûna 37 hezar zarokên sêwî daye belgekirin, û ziyan gihaye nêzîkî 4083 saziyên xwendinê, ku bi kêmahî 2 milyon zarok li Sûriyê ji xwendinê hatine bêparkirin.
Jêder: Hevbendî