Doh yekşembê tenê li bajarê Helebê 53 kes ji nav wan zarok û jin, ji encama bombebara hêzên Esed û dijminkariya Rûsya şehîd ketin.
Çalakvanan destnîşan kir ko hejmara êrîşan firokên Rûsî pê rabûne giha bêtir ji 75an, û hin yên rêjîmê jî hene, li ser taxên Qatirçî û Huluk û Meyser û Heyderiyê û Babîs, û hêzên Rêjîmê bermîlên teqîner bi ser taxa Qatirçî de berdan û hem jî Mûşekên valahiyê û Bombeyên goşî bikar hatin.
Odeya operasiyonan “Fetih Heleb” di daxuyaniyekê de daxwaz ji civaka navdewletî û bi taybetî dewletên hevalbendên Esed kir, da fişarê bidine ser ji bo kuştaran birawestîne û aramiya ko Helebê hinekî dît vegerîne.
Daxuyaniyê diyar kir ko êrîşên rêjîmê yên dawî li ser Helebê ko hêj wek wan nebûne, û daxwaz ji sivîlan kir ko hişyar bin û kom nebin û nimêja terawîha îsal nekin.
Desteya bala ya danûstandinan ji Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon re, pêşinyar kirin ko meha Rojiyê agirbest pêk bê.
Her wiha berdevkê Desteyê Salim Elmislit hişyarî da derbarê“têkûçûna civaka navdewletî di vekirina dorpêça li ser sivîlan , û rawestandina êrîşên wan amanc dikin” got ”ew dê hejmara kuştiyên bêguneh li Sûriyê bêtir bike.”
Jêder: Alcezîre+Acans