Berpirsiyarên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê diyar kirin ku pirsgirêka Sûriyê ew e ku dewletek piştgiriya Rêjîmeke kujer dike, û hem jî tawanên cengê pêk tîne bê ko tu kes wê siza bike.
Di civîna emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilîlah Fehed û çend endamên desteya siyasî digel komek rojnamevên Tirk îro li Istanbulê. Fehed got ko “Rûsya hemû hêza xwe ya leşkerî lidijî miletê Sûrî bikar tîne û êrîşên bêserûber lidijî sivîlan li bajarê Helebê bikar tîne bê ko tu kes wê siza bike. ”
Endamê Hevbendiya Niştimanî Xetîb Bedle, tekez kir ko her tiştê li Helebê çêdibe bi sedema “destjêberdana navdewletî” ye, destnîşan kir ko Netewên Yekbûyî“çi ji biryarên xwe yên bi rewşa Sûriyê ve girêdayî bicî nake, tev ko daxuyaniya Cinêvê sala 2012an û biryara 2254 çareserkirina giştî ji dosya Sûriyê re dinimîne, lê Rûsya û Rêjîma Esed wan binpê dikin. ”
Bedle bêtir got ko biryara 2139 dibêje ku alîkariyên mirovî divê bê merc û şert derbsî herêmên dorpêçkirî bibin. Tev li wilo jî nûnerên Netewên Yekbûyî Stîvan Dî Mistora di daxuyaniyên xwe yên berê de got: “Rêjîm derbaskirina alîkariyan ji bo hin herêman erê nake, û ev bêçaretiya Civaka Navdewletî li himber kêşeya Sûriyê tekez dike”.
Bedle diyar kir ko ew dewleta gerek di kêşeya Sûriyê dedadwer ba (Rûsya), bi hemû karînên xwe dixwaze şoreşa Sûriyê têk bide û nehêle miletê Sûrî bigihêje amancên xwe di azadî û rûmetê de û piştgiriya Rêjîma Esed dike û hewil dide ko wî ji nû ve rake. Bêtir got: “dewleta ko erkê wê ye tirazûyeke navdewletî çêbike bêdeng ma(Emerîka).”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî