Xelkên Reqa bangeke hawarçûnê dan bi sedema ku ev sê roj in bajarê wan ketiye ber bombebarandina Firokên Esed û heta evê kêlîkê, banga wan ji bo “bexşandina xwînê” ye û çalakvanekî di axaftineke taybet de ji bo Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê got:
“Rewş li Reqayê pir xerab e, û heye ku bobelateke mirovî çê bibe, Nexweşxaneyên Reqa yên gorepanî alav û derman û kadirên bijîşkî ji wan kêm in û dibe hin birîn û jêhatinên xwînê yên piçûk bibin sedema kuştina mirovekî.”
Herweha Burhan Xelyûn endamê Hevbendiya Niştimanî dibîne ku ev êrîşên tawankarî tekez dikin”ko xuya ye istiratîciya Hevpeymana Navnetewî ew e rawestandina zalbûna Daişê, bê ko dest bidin Rêjîma tirorist ya Esed yê ko li Şamê li ser sînga miletê Sûrî rûniştiye, bêçare ber bi parvekirina kar ve diçe, Hevpeyman dê Daiş bombebaran bike û Rêjîm miletê Sûrî yê şoreşvanan bombebaran bike.
Hevpeymana Navdewletî berpirsiyariya wê mezine di kuştara nû de, ya tekez dike ku siyaseta wê lawaz e herweha aşkere dike ko hevrêziyek di ketwariyê de heye, çimkî istiratîciya Hevpeymanê navtêdana Esed dike ko çareseriya leşkerî berdewam bike.”
Xelyûn berpirsiyarî da ser Emîndarê giştî û Encûmena asayişê” ko kuştarên li Reqayê û Xûta Şamê çêdibin “ bi sedema ko li pêşiya tawankariyan dest girêdayî dimînin, gerek sînorek jê re danîbana û biryara rawestandina bermîlên teqîner cîbicî kiribana, ya ko Esed ti nirx pê neda, tiştê ko li Reqa û li bajarên Sûriyê çê dibe, li Xûta Şamê û Helebê û bajarên Horanê û li Cezîrê û Idlib û Hema û Hums ew encameke xwezayî ye ji destjêberdana siyasetê û sinciyî ya civaka navdewletî û li ser serê wan Netewên Yekbûyî û Emîndarê wê yê giştî, û bi tevayî ew radestî tundiyê bûne. Û tiştek ewê narawestîne. Eger civaka navdewletî rola xwe venegerîne û berpirsiyariyên xwe hilnegire, berî ko rêkxistina navdewletî rastî û rûmeta xwe winda bike.”
Di daxuyaniyekê de îro Encûmena Niştimanî Sûrî da xuyakirin kuştara Reqayê”aşkere kir ko Rêjîma xwînrêj tekez dizane ku cîhan rê dide wî û wî bê sizakirin dihêle da Sûriyan bikuje, baş dizane jî ko armanca Hevpeymanê ne parastina Sivîlên Sûrî ye, belê tiştekî din e, rêjîm wî tiştî red nake û ne jî ziyanê jê dibîne. Ev kuştar nakokiyên istiratîciya Hevpeymana Navdewletî aşkere dike, li ber çav û guhdariya Hevpeymanê ko rê dide Rêjîmê da Sivîlên Reqayê yên bêguneh bikuje, di heman demê de jî ew xelk ziyanê ji destê rêkxistina tirorist dibînin.
Mijar gihaye ko di navbera her du aliyan Rêjîm û Hevpeymana Navdewletî de Firokên wan di heman demê de Sivîlên Sûrî bikujin. Sûrî dibînin ko rêdana Firokên Rêjîmê ji bo Sivîlan bikujin ne bêdengî û ne bêçaretî ye, lê belê erê kirine.”
Heweha Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî bêzariya xwe ji “Nerêniya Hevpeymana Navdewletî derbarê Kuştarên di dermafê Xelkên Reqa de çê bûn diyar kir û got: “tev ko civaka navdewletî tu gavên rastîn ji bo rizgarkirina Sûriyan ji tiroristiya Esed navêtine, di pey re Hevpeyman nikare wan ji tiroristiya Daiş rizgar bike û sedeman jî em nizanin.
Îro cîhan li ser mezintirîn kuştar ne tenê di dermafê Reqa de bêdeng dimîne, belê di dermafê mirovantiyê bi giştî de, heta nuha hejmara qurbaniyan gihaye 130 Sivîlan û bi sedan birîndar û piraniya wan di rewşeke nebaş de ne.”