Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê digel Encûmena parêzgeha Humsê ji bo karê piştgiriya karta çandiniyê û guhdana bi Samanê Ajalan (bi taybetî piştî paşketina mezin di hejmara Samanê Ajalan de û neguhdana pê), bi riya sê projeyan bi buhayê (142.000$ Sed û çil û du hezar dolarên Emerîkî).
Nivîsgeha Ragihandina Yekîneyê got: ewê di çarçoveya bizava Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê de bi alîkariya Hevparên xwe li Herêmên dorpêçkirî, dê xurtkirina siyaseta peydakirina pêdawîstiyan bi karînên heyî bike, dijî siyaseta dorpêçkirin û birçîkirinê ya ko Esed pêk tîne, û piştgiriya têgeha asaya xwarinê bi her du beşên xwe ve yê çandiniyê û yê xwedîkirina ajelan bike.
Dewleta Qeter projeyê yekem bi piştgiriya şînkayên Zivistanê (Lehane û Qernebît) bi rûberê 85doniman kir , ew dihêle ko derfetên kar pir bibin, û berhem bi nirxên arzantir dabîn bibin, û tevgera jiyanê li Herêmên dorpêîkirî vegere.
Nivîsgehê bêtir got projeyê duyem piştgiriya kirîn û qelewkirina Berxik û Golikan e, bi amanca dabînkirina wan ji hevwelatiyên herêmên dorpêçkirî re bi nirxekî baş, û ew proje beşdariyê di bizava çêkirina derfetên kar de dike.
Projeyê sêyem guh dide piştgiriya Samanê Ajalan, bi dabînkirina derman bi nirxê ku pê hatiye û êmê ajalan bi nirxê kêmî yê pê hatinye, û vaksîn bêpere, wisa dê parastina samanê Ajalan bê kirin, û piştgiriya vegerandina baweriya xwedanê ajalan ji bo berdewamkirina berhemdanê ji bo pêdiviyên hevwelatî li herêmên dorpêçkirî dabîn bikin.
Jêder: Hevbendî+Desthilata Demkî