Wezareta perwerdeyê ya Hikûmeta Sûrî ya demkî bexşîneka Elmanî bo qutabiyên Sûrî ragihand bo wan qutabiyên dixwazin navên xwe bo xwendina zanîngehan û xwendina bilind (Macistêr, Diktora) tomar bikin, û bexşîn piraniya beşên xwendina zankoyê bi xwe ve digire, û derçûyên bawernameya diwmnavincî xwedanên pileyên bilind dikarin navê xwe bo bexşînê pêşkêş bikin. û Wezaretê diyar kir ku 15ê kanûna yekê dumahîk roja bo wergirtina daxwaznameyan e, herwiha Wezaretê daxwaz ji wan qutabiyan kir ku pêwendiyê bi rêveberiyên şande û pêwendiyên zanîngehên Hikûmeta Sûriya demkî re bi rêka malpera wezaretê li ser net bo zanyariyên zêdetir bikin.
Jêder: Hevbendî+ Hikûmeta demkî