Îro hejmarek ji xortên Sûrî li bajarê Istanbulê xwenîşandanek li dar xistin, bi doza ku fişarê li cîhanê bikin da kuştina sivîlan li Reqayê û bajarên din bi destê Rêjîma Esed birawestînin. Herweha doz ji civaka nabdewletî kirin da “hinek guhdanê bikin û li pêş xwîna bêguneh ya li tevaya Sûriyê dirije berpirsiyariya xwe hilgirin.”
Herweha Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî doh rexne kir “Neyêniya dewletan bi danûstandina qeyrana mirovî ya Sûriyê re rexne kir”û got: “derengiya navdewletî di piştgiriya Sûriyan de ji bilî wêranî û tevlîheviyê li pey xwe nahêle û derî li ber zêdebûna tiroristiyê ya bi çavdêriya Rêjîma Esed vedike.”
Herweha Nesir Elherîrî Emîndarê Giştî got “bêdengiya Hevpeymana Navdewletî li ser evan kuştaran û serjêkirina li Reqayê û cihên din pêk tê, mikurbûne bi tawankariya Esed di dermafê Sivîlan de, û xortan ber bi tundrewiyê de dehf dide, dibe sedem jî ko Herêm bobelatan bibîne.”
Herweha Burhan Xelyûn Endamê Hevbendiya Niştimanî salixê êrîşan “bi tawankariyê” da û got: ”ko istiratîciya Hevpeymana Navnetewî ji bo rê li ber Daişê bigire, bê ko dest bidin Rêjîma tirorist ya Esed yê ko li Şamê li ser sînga miletê Sûrî rûniştiye, bê guman ber bi parvekirina kar ve diçe Hevpeyman dê Rêkxistinê bombebarandin bike û Rêjîm miletê Sûrî yê şoreşvanan bombebaran bike û sizakirina wan dike bê ko ji çi bersivdanê bitirse.