Îro firokên Esed bi narincok û bi mûşekan êrîşî bazar û taxên bajarê Casim kirin û bû sedema pêkanîna komelkujiyeka tirsinak û têde 30 kes şehîd bûn û nêzîkî 100 kesên dî birîndar bûn tevlî wêrankirina gelek avahî û xaniyên welatiyan. û Nesir Elherîrî sekertêrê giştiyê Hevbendiya Niştimanî ev çende dît ku”derencameka siruştî ye û ev çende dihat pêşbînî kirin ji egera bêdengiya navdewletî li ser kuştarên Esed û nehilgirtina barê berpirsyariyê li hember gelê Sûriyê”, û Elherîrî got :”ku nerijdiya Civaka navdewletî bo danana sînorekî ji tawankariyên Esed re li Casim û li Reqayê û li deverên din, wê sercem navçeyên sûriyê bêxe rav û nêçîrek bo hovîtiya hêzên Esed û nêçîrek ji dava terorê re ku hêjî dewletên cîhanê sûrin li ser xistina welatiyên sûriyê û navçeyê di dava terorê de û jê re bikin qurbanî!”. Ji aliyekî din hin çavkaniyên agehdar dan zanîn ku tîmên pizêşkî tevlî kêmiya pêdawîstiyên pizêşkî û xwîn û derman û nojdaran bilez bi hawara birîndaran ve çûn. Têzanîn ku kuştara îro li Casim tê piştî zincîreka kuştarên firokên Esed li çendîn bajarên deşta Horanê ku duhî jî firokên Cengî yên Esed 7 êrîş li ser Newa li rojavayê Der’a encamdan û bû encamê şehîdbûna 7 kesan û hejmareka birîndaran , û bajarê Inxil jî rastî êrîşeka wek wê hat ku bû sedema şehîdbûna 6 kesên sivîl û birîndarbûna 10 kesên din ku rewşa hinan ji wan di metirsiyê de ye, hevdem bû ligel topbarankirina bajarê Da’il ji aliyên tabûra topan ya (285) li panorama, di heman mijarê de duhî û ji egera êrîşeka esmanî li ser bajarê Da’il li bakurê Der’a, bi avêtina 10 bermîlên teqîner zarokek hat kuştin û 5ên din birîndar bûn. hêjayî gotinê ye ku li hember serkeftin û pêşketinên leşkerî yên artêşa Azad li Horanê, hêzên Esed bi şêweyekî rojane berdewamiyê didin tawan û kuştarên xwe, ku artêşa Azad kontrola xwe li ser Newa û girên derdorê sepandiye û herwiha kontrolkirina Şêx Miskîn û Til Elhara yê stratîjîk ji aliyê leşkerî ve, têzanîn ku Nesir Elherîrî sekertêrê Hevbendiya niştimanî pesnê van serkeftinan da ku:”gaveka cûreyî bû û henase û pişa leşkerî ya hêzên Esed xeniqand, ya ku ji bo pêgihandina xalên xwe yên leşkerî bikar tanî “,û balkişand û amaje kir ku “revîna serbazên Esed û Mêlîşiya Hizibulah û Îranê yên terorîst ji devera Der’a û têkşikandina wan li ser destê artêşa Azad, Sekeftinek qehremaniye û nîşana hindê ye ku Dera ya ku nasnavê derkûşa şoreşê bidest anî di destpêka bizava gelêrî de û herwiha hêjaye ku nasnavê goristana stemkariyê û terora Esed jî bidest bîne”.
Jêder: Hevbendî