Emerîka û Tirkiya doh êvarî bi hev re dest bi rêkeftinekê kirin ji bo çekdarkirin û rahênana Artêşa Azad. Berdevka fermî ya wezareta derve ya Emerîkî Cinêver Sakî got: Waşiton dê nêzîk rêkevfinekê bi Tirkiyê re imze bike. Bê ko tu şiroveyan li ser operasiyona rahênanê bide, ya ko gerek ji Adara dahatî de dest pê bike.
Sakî anî ziman ko Tirkiya erêkirina xwe da, li ser ku ew jî bibe”Yek ji Herêmên mêvandar ji bo programê Çekdarkirin û rahênana Artêşa Azad.”
Li gora Bintagon, Emerîka hêvî dike ko dawiya Adara bê dest bi wî pirogramî bibe, û divê komekên Şervan heta dawiya vê salê amade bin. Armanca Emerîka û hevpeymanên wê ew e ku rahênana 5 hezar şervan ji Artêşa Azad di sala pêşî de bikin.
Jêder: Hevbendî+Eljazîra