Zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî bi hevkariya li gel “Navenda Midad ya Lêkolînan” çalakiyên kongirê zanistî yê navdewletî yê yekemîn di bin sernavê “Hînkirina Bilind di Qeyranan de” bi beşdariya bêhtir ji 100 kesê akadîmî û lêkolînerên di curbecur warên zanistî de dest pê kir.
Û di vekirina kongir de Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa, Wezîrê Perwerdeyê, Wezîrê Dadê, Wezîrê Darayî û Aboriyê, Emîndarê Giştî yê Hikûmetê, Berpirsê Karûbarên Têkiliyên Derve di Hikûmetê de, Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li herêmên rizgarkirî, Serokê Zanîngeha Helebê ya Azad û Serokê Desteya Xwendina Bilind, amade bûn.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî di gotara vekirina kongir de, ronî da ser pirosesa rêvebirina Xwendina Bilind di dema kirîz û astengiyan de, û bandorên wê yên neyînî li ser ciwanên Sûrî û çawaniya rûbirûbûna wan bandoran û dîtina çareyan ji wan re, û ezmûna hînkirina bilind li deverên bakurê Sûriyê yên azad di dema dijwarî û astengiyên ku ji salan de tên pêşiya wan, berçav kirin.
Û Mustefa got: “Ji bo dabînkirina hînkirineke bilind a baştir, Hikûmeta Sûrî ya Demkî guhdaneke mezin dide piştgiriya lêkolînên zanistî li deverên bakurê Sûriyê yê azad, û amadebûna xwe ya herdem tîne ziman ji bo beşdariya li gel tevaya aliyan ji bo dabînkirina pêdawîstiyên wê û piştgiriya piroje û pirogramên ji bo pêşxistina Hînkirina Bilind û rêxistinkirina kongirên zanistî li gel zanîngeh û navendên lêkolînan û lidarxistina workşopên lêkolînên zanistî di curbecur waran de”.
Û karê kongirê ku duh roja çarşemê dest pê kiriye didome, û mijarên konferansê ev in: “Qeyran û bandora wan li ser xwendina bilind”, “Ezmûn û serborên navdewletî di birêvebirina xwendina bilind di krîzan de”, “Xwendina bilind di dema pandemiya COVID-19 de”, “Xwendina bilind di dema cengê de”, rewşa Sûriyê wek nimûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî