Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit serdana baregeha Feyleqê Duyemîn li Hewar Kilis li gundewarê Helebê kir, û bi fermandarê Feyleqê Emîd Ehmed Osman û hejmarek ji serkirdeyên leşkerî re civiya.
Û Endamên Hevbendiyê Yosif Ebas û Eseed Elîto û Atif Zirêq havaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û di civînê de giringî dan rola mezin a Artêşa Niştimanî ya Sûrî di pêkanîna ewlehî û aramiyê de li deverê, her wiha pêwîstiya yekrêziya bizavên serbazî û rûbirûbûna dijwarî û astengiyên ku rê li ber pêşketina Artêşa Niştimanî ya Sûrî digrin.
û amadebûyan behsa rewşa deverên rizgarkirî û pêwîstiya başkirina rewşa jiyanê têde û bilindkirina asta xizmetguzariyên ji nişteciyan re pêşkêş dibin, kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser encamên serdana vê dawiyê ya Şandê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî bo Emerîkayê, piştî lidarxistina hejmarek ji civînên girîng bi Şanderên Navdewletî li bal Netewên Yekbûyî û Rêveberiya Emerîka re pêşkêş kir.
Û Elmislit tekezî li ser berdewamiya piştevaniya navdewletî ji şoreşa Sûriyê û daxwazên gel re kir, û cextî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî bi pirensîpên şoreşa Sûrî û hêviyên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî