Serokê Hevbendiya Niştimaniya ya Sûrî Salim Elmislit serdana baregeha rayedariya Feyleqê yekem li Hewar Kilis kir, û bi Fermandarê Feyleqê Serdar Mu’htez Raslan re civiya.
Û Endamên Hevbendiyê Yosif Ebas û Eseed Elîto û Atif Zirêq havaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û amadebûyan rewşa Artêşa Niştîmanî ya Sûrî û zehmetî û astengên ku rê li ber pêşketina karê wan digre û pêşhatên dawî yên rewşa meydanî û pêşhatên proseya siyasî li welêt gotûbêj kirin.
Û amadebûyan rewşa debara jiyanê li deverên rizgarkirî û giringiya berdewamiya karê jidil ji bo misogerkirina ewlehî û aramiyê û nehiştina dijminên şoreşê ku aramiyê lê têk bibin gengeşe kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser encamên serdana şandê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî a dawîn bo Emerîkayê piştî lidarxistina hejmarek ji civînên girîng bi şandeyên dewletan re yên ku li bal Netewên Yekbûyê û Rêveberiya Emerîka pêşkêş kir.
Û Elmislit tekezî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî bi pirensîpên şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de, di rêya veguhestineke siyasî re li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
.