Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li gel şêx û rûsipiyê hozên deverê li bajarê Babê li gundewarê Helebê civiya, û li şiroveyekê li ser rewşa debara jiyanê li bajêr guhdarî kir, û bi wan re behsa pêşhatên rewşa meydanî û pêşketinên pirosesa siyasî li welêt kir.
Û Hevrêzgarê Ofîsa Hevbendiyê li Deverên Rizgarkirî Necîb Rehmûn û Endamên Hevbendiyê Es’ed Elîto û Heysem Elşihabî Hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Elmislit li ser encamên serdana Şandê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî ya dawîn bo Emrîka li rex Civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî a xola 77an û civatên navdewletî yên ku li wir li gel Şandeyên Navdewletî li Netewên Yekbûyî li New York li dar xistine, û civatên li gel Rêvebiriya Emrîka li Washingtona paytext axivî.
Û Elmislit tekezî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî bi berdewamiya şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê wê di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de di riya gihiştina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî re, û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 kir.
û tekezî li ser pêwîstiya yekgirtîbûna tevna civakî û niştimanî kir û pesnê şarezayiya serokên êlan di derbaskirina gelek kêşe û astengiyan de li herêmê da.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî