Îro, desyeya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, civînek awarte girêda, û di rojeva karên wê de mijara berferhkirina rola jinê, û timamkirina rêşûnên erkdarkirina serokekî nû ji hikûmeta sûriyê ya demkî re.
Civîn hat destpêkirin bi gengeşekirina mijara berferkirina nûnerayetiya jinê, ku komîteya erkdar bi berferhkirinê daxwaza dirêjkirina dema ku jê re hatibû destnîşankirin ji bo timamkirina erkê xwe ji desteya giştî kir, ji bo dana derfetek zêdetir ji pişkdariya jinan re, û xwendina serbora kesayetî (c.v)ya jinên dixwazin tevlî encûmena niştimanî bibin, ku heta niha nêzîkî 100 jinan serborên xwe pêşkêş kirine û wê nêzîkî 15 jin ji wan bêne bijartin.
Ligor pîverên desteya siyasî li ser wan hevdeng bûye. Ku pîverên bijartina jinan ji aliyê desteya siyasî ligor pîverên giştî yên pêwendiya wan bi şoreşê re û beşdariya çalak di bizavên şoreşê de hatine destnîşankirin, her weha nûnerayetiya rasteqîn ya wê jinê ji civaka ku binavê wê hatiye, digel liberçavkirina hejmara nûnerayetiya her parêzgehekê ji parêzgehên Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve, Semîra Elmesalimê, cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku komîteya erkdar daxwaza dirêjkirinê bo xwe kiriye ji bona timamkirina karê xwe, da derfetek zêdetir bidin bo nûnerauetiya jinê ji hemû parêzgehên Sûriyê, ji ber ku ew dixwazin ku dengê jinê ji hemû bajaran bibihîzin û da beşdar bin di standina biryaran de, û ji bona kar bikin digel hêzên siyasî ji bona rajeya şoreşa Sûriyê û peydakirina hokarên serkeftinê.
Û benda diwan ji ecindeya karê civînê, destnîşankirina kandîdekî ji bo serokatiya Hikûmetê bû, û desteya giştî li bername û li pilan û boçûna kandîdan li ser karubarê Hikûmetê guhdarî kir.
Têzanîn ku hejmara kandîdan şeş kandîd bûn, û yekî xwe vekişand, û yên man ev in: Cewad Ebû Heteb, Mihemed Welîd Samir, Mihemef Nûreldîn Himêdî, Mihemed yasîn Necar, û E’wed Ele’lî.
Û desteya giştî wê bi kandîdan re gengeşeyê bike, ji bona erkdarkirina yekî ji wan ji bona berhevkirina hikûmeteke demkî, ya wê kar di hindur navçeyên rizgarkirî di Sûriyê de bike, û bi karê pêşkêşkirina xizmetgozariyan ji hemwelatiyan re rabe.
Jêder: Hevbendî