Îro roja duşemê 16’ê gulana 2016an, Serok Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistanê, pêşwaziya şandeke ENKS’ê kir.
Şanda ENKS’ê ji heryek ji berêz Birahîm Biro û Si’ûd Mela û Kamîran Haco pêkhatibû. Di hevdîtinê de, bi awayekî giştî rewşa navçeyê û ya Sûriyê û nemaze rewşa gelê Kurd li Sûriyê hat gengeşekirin, û şanda ENKS’ê baredoxên giştî yên navçeyên kurdan li Sûriyê û çalakiyên ENKS’ê li hundur û derveyî welêt û pişkdariya wê di Jinêv 3’ê de xist ber destê serok Berzanî.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ji şanda Eencûmê re, piştgiriya xwe ji doza kurdî û ENKS’ê re tekez kir.
Jêder: Wekalat