Ebdo Elûş endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî, ji malpera me re ragihan ku komîtên hewarçûnê li herêmên kurdî kêm in ji ber astengiyên ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji karê wan re derdixe, ji ber ku karûbarên wan Komîtan ne li gor berjewendiyên PYD ne, lewma nahêlin ew kar bikin.
Elûş nîşan da ku rewşa jiyana welatiyan pir xerab e, û got ku pêwîste PYD polîtîka xwe biguhêre û bi taybet der barê rakirina baca li ser madeyên xwarinê, da ku giraniya aborî hinekî li ser xelkê sivik bike.
Her wiha Elûş bal kişand ser dorpêçkirina bajarên Kurdan û girtina dergehên sînorî yên sedem in di alozbûna rewşa jiyanê, û dibe fakterê vekirina riya koçberyê bi şêweyekî berfireh.
Elûş bang li ENKS kir û ji wan xwest ku pêdiviyên mirovî di riya Komîtên Hewarçûnê re peyda bikin, her wiha pêwendiyê bi rêxistinên navnetewî re bikin ji bo dabînkirina alîkariyê berî ku rewşa xelkê zehmetir bibe.
Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Elî Qetwan ji malpera me re got ku ger rewş bi vî awayî berdewam bibe, wê hinek xelk malên xwe bifroşin da ku karibin bijîn .
Jêder: Hevbendî