Îro Desteya giştiya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê li bajarê Stenbolê, dest bi 18 hemîn Civîna xwe kir, ya ku wê di herdu rojên bê de jî berdewam be, û di civînê de wê gengeşe li ser dawîtirîn pêşhat û pêşdeçûnên meydanî û siyasî li qada Sûriyê bête kirin, nemaze gengeşekirina destpêşxeriya Rûsî û pilana Dî Mîstora şanderê navdewletiyê Netewên yekgirtî, herwiha gengeşekirina encamên serdanên vê dawiyê yên serkirdayetiya Hevbendiyê bo heryek ji Qahîre û Elriyad. Tevlî gengeşekirina sîstema serekiya Hevbendiyê û pêwendî û hevkêşeyên navxwe yên rêkxer di navbera saziyên Hevbendiyê de. herwiha wê desteyeka serokayetiyê ya nû ji sekertêrekî giştî piştî Nesir Elherîrî sekertêrê niha û tevlî cêgirên serok û desteyeka Siyasî ya nû bêne helbijartin. Hêjaye gotinê ku wê civîn girtî bin. Herwiha wê gengeşe li ser rojeva aniyên meydanî li Sûriyê û rêkarên piştgiriya wan bête kirin, herwiha gengeşekirina temamkirina helbijartina wezîrên Hikûmeta demkî.
Jêder: Hevbendî