Hîşam Merwa Cêgirê Serokê Hevbendiya Nîştimanî di daxuyaniyekê “ragihandina destpêkirina meşq û pirçekirinê ya li ser binemayê rêkeftina Tirkî-Amerîkî” bi gavek giring pejirand û got ” sûde jê tête dîtin ji bo pêşxistina şiyan û karînên artêşa Azad, nemaze ku ev bername hevdem tê di çarçoveya amadekirina çekdarên pêkhatî de ji bo berevaniya gelê Sûriyê di rûbirûbûna heryek ji terora rêjîma Esed û destdirêjî û dijminkariyên rêxistina DAIŞê de”.
Merwa tekez kir ku hevşan ligel vê yekê pêwîste “hemû şêweyên danpêdanê bi rêjîmê bêne kişandin herçende ku wê dad û rewayî bi sedema tawankariyan jidest daye, û pêwîste piştgiriya bizavên pêkanîn û amadekariyên veguhestina siyasî ya giştgîr bêne kirin, ku dawiyê li dojeha mirinê bîne û dergeh li pêş dubare-avakirina Sûriyê û veguhestina wê bo dewleteke ku hêvî û daxwazên Sûriyan bitevayî bicih bîne vebin”.
Di daxuyaniya xwe de Merwa amaje bi daxuyaniya wezîrê derve yê pêştir yê Tirkiyê kir ku “ev rêkeftin hatî emzekirin di navbera Amerîka û Tirkiyê de ji bona rahênana çekdarên Sûriyê; bi armanca çêkirina guhertinek Siyasî rasteqîne li ser bingeha daxuyaniya Jinêvê, û dîsa jibo bihêzkirina şoreşgeran di dijberiya teror û tundrewiyê de û di rûbirûbûna hemû aliyên dibin gef û metirsî li ser miletê Sûriyê û di nav wan de rêjîma Esed bi xwe jî, û herwiha ji bona pêşxistina şiyan û karînên şoreşgeran”.
Jêder:Hevbendî