Serokê pasevanên şoreşa îranê , lîwa Mihemed Elî Ce’iferî ; tekez dike ku ” Destêwerdana Îranê di Sûriya û Yemenê de , di çarçoveya berfirehkirina kevanê şî’iyan li herêmê ye”.
Li gor malpera setelîtê ya nûçeyan ya Îranê “Pres TV”, Ce’iferî gotiye:” Îranê 100 hezar ji hêzên gelêrî yên çekdar yên alîgirên rijêma Esed û şoreşa Îslamî ya Îranê berhev kirine dijî şorşa Sûriyê, di çarçoveya eniya berxwedanê”, li gor nêrîna wî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî Xalid Xoca dibîne ku Şoreşa Sûriyê ” nema tenê berxwedana ji bo pêkanîna serfiraziya gelê Sûriyê û pêşxistina Sûriyê ye, da bigihêje asta şaristaniyên hemdemî , lê bûye cenga rizgarkirinê ji dagîrkerekî biyan” bi nûnertiya Îranê û milîşiyên mezhebperest yên ji paş sînoran hatine, û Xoca dibîne ku Beşarê Esed tenê rêvebirek cîbicîkirinê ye ji bercewendiyên Îranê re.
Hevbendiyê di daxuyaniyeka xwe ya berê de ji Ecumana Ewlekariyê daxwaz kiribû ku biryarekê di bin benda heftan de derxe, ku rijêma Îranê neçar bike ku hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyayê vekişîne.
Herweha Xoca tekez kir:”Şoreşa Sûriyê dikeve Qonaxa guhertinek nû de , ew jî qonaxa rizgarkirinê ye, ji ber ku rijêma Esed hat ruxandin, piştî dest bi radestkirina dezgehên dewletê bo Îranê kir , û serpereştiya şer û cengan da destê Qasim Silêmanî serokê Feyleqa Qudus di Pasevanên şoreşa Îranê de”.
Jêder : Hevbendî+ Ajans