Hadî Elbehra endamê desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî tekez kir, ku pêwîst e gengeşe li ser wirdekariyên destpêşxeriya şanderê navnetewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora bêne kirin, di heman demê de balkişand ku pêwîste rawestandina topbarandina hemû bajaran bi xwe ve bigire nejî Helebê bitenê.
Xalid Xoca Serokê Hevbendiyê di daxuyaniyeka berê de tekez kiribû ku heryek ji Iran û Rûsiya “mezintirîn piştgire ji rêjîma Esed re û herdu hewla çareserî û danûstandinan dikin bi mercê mana Esed, ku evjî nayê pejirandin ji aliyê hêzên şoreşger û yên Siyasî yên nûnerayetiya zorbeya miletê Sûriyê dikin”, herwiha Xoca sedema serekî ya berfirehbûna rêxistina DAIŞ a terorîst vegerand nebûna stratîjiyeka siyasî û leşkerî ya ron û eşkera ji aliyê dostên gelê Sûriyê li hember alava kuştinê, rêjîma Esed ya nêzîkî 4 sala ye xelkên Sûriyê dikuje, û got: “ku sereketirîn sedemên belavbûna DAIŞê, divegere bi egera ne pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji Soreşgeran re li hember hêzên Esed”.
Jêder: Hevbendî+Elerebiya