Vekolînerên Netewên Yekbûyî yên ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî hatine destnîşan kirin, derbarê vekolînên li ser tawankariyên cengê ko li Sûryê dibin, raportek derxistine, Tê de li ser zêdegaviyên li Sûriyê bûne û giringiya sizakirina ew kesên ko bi evan tawankariyan rabûne hatiye rawestan. Herwiha Vekolîneran gef xwarin ko navê tawankarên cengê yên ko vekolînên wan bidest anîne ewê aşkere bikin.
Vekolîneran gotin ku ewan çar lîsteyên navan pêşkêş kirine, navên Serpereştên leşkerî û Ewlekarî û Serokêm Navendên Girtinê û Emîrên Komekên tundrew di wan de hene, û nuha lîsteya pêncan ji navan amade dikin.
Ew raport ya herî nû ye ji nav yên vekolînên derbarê binpêkirina mafê mirovan wek êşkence, tawankariyên sêksî, kuştin û leşkerkirina zarokan belge kirine.Tîma Vekolînê Bal kêşandiye ser ko Civaka Navdewletî di erkê xwe yê parastina miletê Sûrî de de têk çû.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Hîşam Merwe doz kir ko hemû tawankarên cengê ji nav wan jî girûpên çekdar yên mezhebperest yên ku Rêjîma Îranê û hevalbendên Rêjîm Sûrî wan berû Dadgeha Tewankariyên Navdewletî de tejon, hêvî kirin ko careke din jî Rûsya û Sînê Vîto bikar neyînin û van biryaran beravêtî nekin.
Elmerwe got: “Raport wek qîrîneke mirovahî ji Encumana Mafê Mirovan derketiye, pê deng digihîne wîjdanê miroahiyê, da helwesteke kêrhatî derbarê Holokosta Sûriyê raweste.” Şadbûna xwe bi raportê anî ziman, û tekezî kir li ser giringiya sizakirina Tawankarên Cengê.
Tê zanîn ko Rêjîma Esed bêtir ji 300 hezar sivîlî heta nuha kuştiye, ji nav wan 11hezar Girtiyên di bin êşkenceyê de jiyana xwe jidest dan, li gora raporta “Elqeyser” ya ko 55hezar wêne ji Girtîgehên Sûriyê re derxistin, û bikaranîna Çekê Kîmawî li dijî xelkên Xûta Şamê sala 2013an, ko bêtir ji 1400 qurbanî tê de çûn, piraniya wan Zarok û Jin bûn. Herwiha 100 Mûşekên Sikod avtine Bajar û Gundên Sûriyê, û hêjî Firokên Rêjîmê Bermîlên teqîner bi ser Gelê Sûrî de berdide.
Jêder: Hevbendî