Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî salixê destpêşxeriya Şandyarê Navdewletî ji bo sarkirina Aniyên şer da û got ku ew”nezelal e û çareserî gerek giştî be ”.
Şandyarê Netewên Yekbûyî bi bal Sûriyê ve Stîvan Dî-Mistora, giha Şamê da plana xwe ya ko Rêjîmê li ser got ku ew “despêşxeriyeke hêjayî lêkolînê ye”gotûbêj bike , û behra dît ku ”ev despêşxerî sûdê nade tu kesî ji bilî Esed, eger çareseriyeke siyasî giştî digel tune be.” Serokê Hevbendiyê ji Rojnameya Gardiyan re da xuyakirin ko: çareserî nîn e eger ne bi hevrêziyeke giştî be, di navbera Operasiyonên asmanî û yên Zemînî di navbera Hevpeymanê û Artêşa Azad de li ser Zemînê ji bo têkbirina tirorê û sedemên ew pêk anîne, û giringtirîn hêman di rewşa Sûrî de ew hebûna Rêjîma Esed e, yê ko tiroristî anî Herêmê, û ew bikar anî da desthilatê di dest xwe de bihêle, di hizra wî de ko Civaka Navdewletî dê wî wek bijarteyek çaktir ji Rêkxistina Daişê bipejirîne.
Jêder: Hevbendî