Serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî Hadî Elbehra got ku: “Tunekirina rêxistina Daiş ya ku nexweşiyek e, bê rûberûbûna sedema bingehîn jê re ku ew jî rijêma Esed e nabe “. û weha jî got: “rijêma Esed rengek ji tevlîheviyê çêkir ku bû derfetek ji çêbûna rêxistina Daiş re “û Elbehra di bîra Hevpeymaniyê û Cîhanê de anî ku: “Artêşa Azad biryara cenga dijî Daiş standiye bê ku bi civaka nêvdewletî bişêwire , ji ber ku ev rêxistin metirsiyeke li ser gelê Sûriyê”. û tekez kir : ” êrîşên asîmanî yên ku Hevpeymaniya Nêvdewletî pêk tîne bê hebûna hêzên bejê serkeftinê pêk naynin, û daxwaza hevrêziyê bi artêşa azad re di vî warî de kir, û giringiya piştgiriya Artêşa Azad tekez kir, di cenga çarenivîsî dijî rijêma Esed yê ku sedema bingehîn e ji tiroristiyê re, û diheman demê de şerê dijî rêxistinên tirorîst yên din jî bê kirin”. Elbehra berî çend rojan jî gotibû : ” hestek li rex me heye ku rijêma Esed û Hevpeymanî di heman riyê de kar dikin, ji ber ku Esed bi azadî lebata xwe dike”. Ji aliyekî din ve Elbehra bi xurtî piştgiriya bizava çareyek siyasî kir, û ji civaka navdewletî xwest ku fişaran li rijêmê bike da berbi maseya goftûgoyan de ya ku mafên gel yên rewa bi dest tîne bê , û derbarê destpêşxeriya şanderê nêvdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora ji bo rawestandina demikî ji pevçûnan re li hin deveran , Serokê Hevbendiyê dît ku ew bizava rawestandina bombebarankirinê û avêtina bermîlan û tundûtûjiya dijî sivîlan dike, lê çi çareseriya ku hebe divê beşek ji çareseriyeke tekûz be, û em nikarin ” gavên nîvco bavêjin bê ku em li armanca dûmahiyê zanibin”. Û Elbehra di daxuyaniyeka xwe ya berê de destpêşxeriya Dî Mistora dîtibû ku ew” sûdê nagihîne tu kesî ji rijêma Esed pêve, eger çareseriyeka siyasî ya giştî pêre tune be”. Û Elbehra retkirina gotûbêjan bi Îranê re dubare kir ji ber ku ew “hevpeymane bi rijêmê re û hevpara wê ye di tawanan de, berî her tiştî divê Îran çete û şervan û rawêjkarên xwe yên serbazî bikişîne û piştgiriya xwe ji rîjêmê re rawestîne û helwîsteke bêalî ya rast bigire”. Û derbarê kongireyê “Hevalbendên Sûriyayê “, Elbehra got ku kongir rewşa mirovî û serbazî û aborî û alîkariyên ku hatin pêşkêşkirin bo gelê Sûrî hûrbîn kir, û ramanin ji paşerojê re danîn, û piraniya dewletan berdewamiya pirogramê xwe yê berê yê piştgiriyê ragihandin, û amaje kir ku ew li ser giringiya gihandina alîkariyan bo deverê dervî desthilata rijêmê û pirkirina barên alîkariyan di riya sînor re wek beşekî ji pirogramê Neteweyên Yekbûyî.
Jêder :Hevbendî+Alcezîre.