Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê niyaza xelkê Sûriyê ji bona bidestxistina azadî û rûmeta xwe tekez kir, gav bi gav heta pêkanîna tevaya armanc û xwestekên şoreşa xwe û di serî de ruxandina rêjîma Esed ya ku teror û tawankarî kiriye karê xwe.
Hevbendiyê bi helkefta bûrîna 34 salan li ser komelkujiya Hemayê daxuyaniyek derxist, têde dîroka vê rêjîma terorîst li bîra cîhanê anî ku “Îro bîranîna komelkujiya Hemayê ya 1982an nû dibe, ew tawana hovane ya ku rêjîma Esed nêzîkî 40000 hemwelatiyên Sûriyê kuştin, yekser bi fermanên Hafiz Esed û yên bazinê derdora wî, dema êrîşek mezin birin li ser bajêr û dorpêç kirin, û dîrok dîdevan e li ser encamdana tundtirîn tawanan û wêrankirina gelek taxên bajar.
Hevbendiyê vîna xelkê Sûriyê dupat kir “Îro xelkê Sûriyê dirawestin li hember paşmayekî mezin ji tawanên binemala Esed her ji bidestxistina desthilatê bi kotekî û heya bigehîje tawanên kurê wî ku her ji destpêkirina Şoreşa azadî û rometê ve”, herwiha tekez kir “lê bîr û serbor û ketwarê gel û hêviyên gel bi paşerojeke azad bo Sûriyê û xelkê wê, wê bimînin fakter bo berdewamiya şoreşê heta bigehîje armancên xwe û di serî de rûxandina vê rêjîmê û tewandina rûpeleke reş ji dîroka Sûriyê.
Hevbendiyê dîsa tekez kir ku serhildana xelkê Sûriyê “carek din li dijî rêjîma Esed, nîşana hezkirina milet ji azadiyê re ye”, herwiha belgeyek nû ye li ser bihêzbûna bîr û baweriyên tawankarî di hişê vê rêjîmê de, ku mifayê ji bêdengiya civaka navdewketî û ji piştgiriya siyasî û ya leşkerî ya jêre tê pêşkêşkurin ji hin hêzên navdewletî û herêmî dibîne, ji bona kuştina viyana xelkê Sûriyê”.
Jêder: Hevbendî