Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Nezîr Elhkîm, tekez kir ku rijêma Esed berpirsyariya temamî di ber noqbûna sûriyan di deryayan de dema hewldanên wan bo gihiştina dewletên penaberiyê hildigre.
Û di gotareke xwe yaku di malpera Ninar Press de di bin navê “Penaber û Derya .. Tirajîdiya Bobelatê” de bi boneya roja cîhanî ya Parastina Ji Noqbûnê belavkiriye, Hekîm bal kişand ser ku dewletên dîktator û desthilatên serkutkirinê hiştin ku gelên wan li pêlên deryan siwarbibin û wan deryayan ji bejê ewletir bibînin.
Û Hekîm got ku çîrokên sûriyan di geşta penaberiyê de nemaze di riya derya û çeman re dilan diêşînin, û got ku hin penaberan dîtin ku derya û xweza ji merovan û hikûmetên cîhana azad yên xwe demoqratîk dibînin dilovantir in, û ku ew ji ber zordariya bi sedema stemkariya Esed û milîsên wê an şûnmayên artêşa rijêmê yên mezhebî derketin.
Û diyar kir ku ne ji tawanên rijêma Esed bûya, te ti Sûrî li derveyî Sûriyê nedidît, lê dema ku aliyên şer xwe li ser sûriyan ferz kirin, li ba wan jiyan û mirin mîna hev man, û xwestin ku yan jiyaneke bi rûmet bijîn, yan jî di ber wê jiyanê de bimirin.
Û Hekîm ji civaka navdewletî daxwaza danîna mîkanîzmwkê ku tirajîdiya kesên mafê penaberiyê xwestine rawestîne û qaçaxî û bazirganiya bi mirovan qedexe bike kir, û tekezî li ser pêwîstiya danûstandina li gel penaber bi awayekî mirovahî kir, ji ber ku ew ji neçarî dest ji xaka xwe berdidin.
Û bang li Netewên Yekbûyî û Komisyona Bilind û siyasetmedarên Ewropa kir ku sînorekî ji vê sivkatiya bi giyanî gelê Sûrî tête kirin re deynin, di riya karê cidî ji bo pêkanîna veguhaztina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî, û got ku gelê Sûriyê çesipandiye ku ew ji çêkerên pşaşerojê ye, û hêjayî jiyanî ye, û şayistê ku bi azadî û rûmetdar bijî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî