Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Dîma Mûsa, pîrozbahiya hemû jinên Sûrî kir bi helkeftina roja jinê ya cîhanî, û tekezî li ser rola jina Sûrî ya bingehîn di şoreşa Sûriyê de û beşdarbûna wê di karê siyasî li ser astên corbicor kir, û bi taybetî rola wê di pirosêsa siyasî de li ser maseya danûstandinan ta ko Sûriyê bigehînin ewlehî û aştiya berdewam.
Mûsa bal kişand ser ko evro cîhan ahengê bi roja jinê ya cîhanî dike, di heman çaxî de ‘’ tekoşîna jinên Sûriyê berdewam e, û bi mêrxasî beraberiya zehmetkêşiya ko rêjîmê li ser wan feriz kiriye dikin, çi girtin be an êşkence û koçberî be, û ew an mirovên wan qurbaniyên van tawankariyan in.‘’
Bêtir got ku bi hezaran jin û keçên Sûriyê evro di zindanên rêjîma Esed de ne, û dikevin ber hemû cûreyên êşkence û binpêkirinan bi sedema çalakiyên sivîl dema daxwaza azadî û rûmetê dikin, her weha jin li herêmine din ji Sûriyê dikevin ber binpêkirinên corbiocor çi leşkeriya neçar an şûkirina piçûkan an ferizkirina cil û awayên jiyaneke taynet be.
Mûsa ji hemû jinên cîhanê daxwaz kir ko zehmetkêşiya miletê Sûriyê bibîr bînin, û li rex wan rawestin û daxwazê ji civaka navdewletî bikin, ko pêngavên pêdivî bavêjin tako derdê miletê Sûrî yê ko ji heşt salan ve berdewam e rawestînin.
Dîma dibîne rawestandina wan bobelat û zehmetkêşiyan dê di rêya cîbicîkirina belgeh û peymanên navdewletî yên taybet bo Sûriyê pêk were, yên ko daxwaza rawestandina operasiyonên dijminane dikin, her weha berdana girtiyan û gihandina alîkariyên mirovî bo kesên pêdiviyan wan pê heye li hemû herêman, û bal kişand ser ko ew pêngavên pêşî ne yên ber bi veguhastina siyasî bo bigehên Sûriyeke li ser bingeha dadwerî û yasayê û wekheviya hevwelatiyan û ji bo hemû Sûriyan be bête avakirin.
Birêveberiya Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî