Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya dawî de, anî ziman ku ne kêmtir ji 2221 girtinên kotekî (148 zarok û 457 jin di nav wan de hene) di sala 2022an de hatine belgekirin, û da zanîn ku 1698 ji wan bi darê zorê winda bûne.
Û rapora Saziyê diyar kir ku 1017 kes (38 zarok û 416 jin di nav wan de hene) bi destê hêzên rijêma Esed hatine girtin, û 633 kes (93 zarok û 10 jin di nav wan de hene) bi destê milîsên PYDe, û 202 kes (13 zarok û 3 jin di nav wan de hene) bi destê Heyet Tehrîr Elşam, û 369 kes ( 4 zarok û 28 jin di nav wan de hene) bi destê aliyin din hatine girtin.
Û di heyva berfenbara sala bûrî de, raporê nekêmtir ji 213 girtinên kotekî (8 zarok û 4 jin di nav wan de hene) li ser destê hêzên serdest li Sûriyê tomar kirine, û got ku 171 ji wan bi zorê hatine windakirin, û rijêma Esed di ber girtina 102 kesan (zarokek û jinek di nav wan de hene) berpisyar e, di dema ku milîsên PYDe di ber girtina 61 kesî (7 zarok di nav wan de hene) berpisyar e, û Heyet Tehrîr Elşam 16 sivîl binçav kirine (3 jin di nav wan de hene).
Û di raporê de parvekirina girtinên kotekî di sala 2022an de li gorî parêzgehên Sûriyê hate berçavkirin, ku piraniya wan li parêzgeha Helebê û gundewarê Şamê bûn, li pey wê Dêra Zorê, piştre Şam, piştre Deraa, piştre Idlib, li pey wan Hesekê, piştre Hums û Hama hatin.
Û raporê dît ku pirsa girtiyan û kesên bi darê zorê wenda bûne yek ji mijarên herî girîng yên mafên mirovan e, ya ku ti pêşketineke berçav tê de pêk nehatiye, tevlî ku di çend biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî û biryarên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî de cih girtiye.
Û tekez kir ku rijêma Esed pabendî bi ti peyman û rêkeftinên navdewletî yên ku pesend kirine, bi taybetî Rêkeftina Navdewletî ya mafên sivîl û siyasî, nekiriye.
Û raporta mafnasî ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî xwest ku biryarên jimar 2042, 2043, û 2139 yên ku ji aliyê wê ve hatine derxistin cîbicî bike, û cextî li ser pêwîstiya serbestberdana zarok û jinan û rawestandina girtina malbat û hevalan weke rehîneyên cengê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî