Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, dumahiya kongirê duyemîn yê parastin û pêşxistina rojnamevanên Sûrî li deverên rizgarkirî li dar xist, û civîngeran ketwarê rojnamevanan li deverên rizgarkirî, û danasîna Peymana Rûmeta Rojnamevaniyê û giringtirîn xalên wê yên yasayî gotûbêj kirin.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, Wezîrê Dadê, Wezîrê Darayî û Aboriyê, Emîndarê Giştî yê Hikûmetê, Desteya Ragihandinê di Hikûmetê de, Rêvebirê Têkliyên Giştî yên Hikûmetê, Serokê Encumena Parêzgeha Heleba Azad, Serokê Yekîtiya Rojnamevanên Sûrî, Yekîtiya Rojnamevanên Helebê û gundewarên wê, Leqê Sendîkaya Parêzerên Azadîxwaz li Helebê û hejmareke mezin ji rojnamevanan di kongir de amade bûn.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî di gotara xwe de ya li ser rola ragihandinê û bandora wê li ser raya giştî û têkliya wê bi geşepêdanê û ronîkirina bûyerên ku dikarin civakê pêşde bibin û karê di warê parastina rojnamevanan de û binpêkirinên ku rastî wan tên axivî.
Û kongirê dawî yê ku armanca wî parastin û pêşxistina rola medya û rojnamevanan û birêxistinkirina xebatên rojnamevanî û kartêkerkirina rêveberiya saziyên ragihandinê yên xwecihî, duh bi vekirina deriyê gengeşeyê û axaftina rojnamevanan bi dawî bû, û di konferansê de xelatên rêzgirtinê bo hejmarek ji rojnamevanên Sûrî hatin pêşkêşkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî