Desteya Danûstandinê ya Sûrî di daxwiyaniya xwe ya dumahiyê de, tekez kir ku tevî hewldanên Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen ji bo avêtina hin gavan berbi pêş de, lê wî nikarêbû çi encamên erênî pêk bîne, nemaze di dosya girtiyan û berdewamiya binpêkirinên dermafê sûriyan de, û bombebarankirina Idlibê ji aliyê rijêma Esed ve.
Û Desteyê ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Şanderê taybet bo Sûriyê û endamên Encûmena Ewlekariyê xwest ku berpisyariyê xwe derbarê tirajîdiya sûriyan hilgirin û pêngavên nû bo cîbicîkirina biryara 2254 bi herçar dosyên wê ve bavêjin.
Û Desteyê di daxwiyaniya xwe de ji Netewên Yekbûyî û saziyên têkildar û dewletên endam xwest ku pabendiyên xwe derbarê mafên penaber û koçber û derbideran bicî bînin, û wan biparêzin û pêdviyên wan dabîn bikin, û kar li ser destpêkirina mîkanîzmayên bicîkirina dadmendiyê û dadpirsînê li ser tawanên li dijî mirovahiyê yên dermafê sûriyan pêk hatine û hîn jî pêk tên bikin, di riya biryarên Komeleya Giştî re ji bo jikarêxistina Encûmena Ewlekariyê rawestînin.
Û Desteyê daxwaza lidarketina rûniştineke taybet ya Encûmena Ewlekariyê derbarê astengiyên ku li pêşiya pirosesa siyasî tên danîn kir, ji bo cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê û rêyên çareserkirina wan bi amadebûna Desteya Danûstandinê.
Û Desteyê di daxwiyaniya xwe de helmeta hêzên Îsraîlî li ser Gazayê û komkujiyên dewleta dagirker dermafê sivîlên bêguneh li Gazayê şermezar kirin, û rawestana xwe li kêleka gelê Filistînê û pêwîstiya bidawîanîna êş û azarên wî anî ziman.
Û Desteya Danûstandinê ya Sûrî roja Şemiya bûrî civîna xwe ya normal piştî ku du rojan berdewam kir bidawî anîbû, û li Civînê rewşa siyasî hate gengeşekirin, û li şiroveyên komîteyên xwe yên derbarê piroseya siyasî û di nav wan de Komîteya Destûrî guhdarî kir, û tevahiya proseya siyasî û rêyên pêşdebirina wê li gor rewşên herêmî û navdewletî nirxandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî